Hişê Destkird facebook tirsand

Hişê Destkird facebook tirsand

Dema weşanê: Êlûn 4, 2018, 12:08

Nivîskar: Xêro Mîrza

Dîtin: 1347

Hişê destkird yê facebooke dema zimanekî kesnezan bikar anî yekser hatine rawestandin.

Di rojên bihurîde derhênerê Tesla Elon Musk û derhênerê Facebooke Mark Zuckerberg li ser robotan, maşînên bîrewer bi navê risen Hişê destkird ketin gotubêjê. Rûdaneka di nava pergala Facebookê gumanên Musk piştrast kirin.

Elon Musk qala pêşketin û li gel vê pêşketinê metirsiya hişê destkird kiribû.

Zuckerberg di derbirînên xwe de gotibû "Wate nadimê bê çima evqas ji vê yekê tirs heye."

Musk, di bersiva xwe de got "Ez bi Mark re axifîm. Di vî warî de zanyariyên xwe kêmin"

Di demeke kin de rûdaweke di nava pergala facebookê de gotinên Musk piştrast kir.

Lêkolîner di kargehên zanistî yên facebookê de perwerdeya dayîn û sitandinê didine Hişê destkird.
Bi taybet ji bo peywendiya mirovan pergal serkeftî birêve diçe. Lê piştre tê dîtin ku ev hiş zimanekî nenas bikar tînin. Zana sedem û bingehê vê rûdanê hîna zelal nekirine. Jiber metirsiyê girêdana van hişên destkird hatine birînê.

Beriya neha jî, ji aliyê zanayan ve di derbarê Hişê destkird de hişyarî hatibûn dayîn.