Jînenigarî ya Xêro Mîrza

Ez di sala 1982 yande li bajarê Nisêbînê hatime dinê.

Dema biçuk bûm min gelek teknolojî, computer û çêkirina bernama meraq dikirin û min dixwest bi vê meraqa xwe re ez xwe liser hîn bikim û xwe pêş bixim.

Min 15 saliya xwede dest bi karên computer û bernameçêkerîye kir, di navan salade bi îmkan û derfetên Nisêbînê(dema zarokatî û xortanîyamin Nisêbîn gelek tevlîhev bû û zehmetî pir bû) min xwe li ser Linux server, PHP, MYSQL, HTML, JavaScript û hinek tiştên dîtir pêş xist.

Neha jî ez gelek projeyên internetê, yên kurdewarî, kesane û yên bazirganî pêş dixim.

Armanceke min dî heye ku Kurd jî liser teknolojîya internet û computerê, xwe pêş bixin û bi zimanê xwe pêş bixin. Jiber vê yekê min ev malper avakirîye. Ligor dem û derfeta xwe ezê gotaran liser vê mijarê parve bikim.

Gelek sipas ji bo mêvandarîya we.

Xêro Mîrza

Kodnûs, Bernameçêker, Lêkolîner