Dema weşanê: Rêbendan 22, 2020, 7:14
Nivîskar: Xêro Mîrza
Dîtin: 3929
Silav mêvanên malpera min, ezê di vê gotara xwe de liser sazkirina amûrên pêşvebir(developers) a yên liser sîstemên bingeha wan linux weke CentOS, Fedora, Ubuntu û Debian binivîsim.
Dema hûn bixwazin li ser kompîyûter a xwe an jî li ser server a xwe bernama li pêş bixin hewcêyî hinek amûran dibe yên weke;
ji bo sazkirina van amûra liser konsol divîya hûn fermanên jêrîn bi rêz pêk bînin.
Berya her tiştî bingeha sîstema xwe nûjen bikin, fermana ji bo nûjenkirin ê;
sudo yum update -y
sudo apt-get update -y
Piştî nûjenkirin ê hûn dê karin dest bi sazkirinê bikin.
sudo yum groupinstall "Development Tools" "Legacy Software Development" -y
sudo apt-get install build-essential -y
Her bijîn, divîya êdi liser sîstema we hatibin sazkirin aniha bi fermanên jêr hûn dikarin qontrol bikin;
Ji bo qontrol kirina make;
make -v
Ji bo qontrol kirina gcc;
gcc -v
Hêvî dikim ku hûn bi kêf xweşî bernamên xwe an jî projeyên dî lipêş bixin.
Zor sipas.